Parlemana Taylandê Yekemîn Serokwezîra Jin Hilbijart

Parlemana Taylandê

Parlemana Taylandê Yingluck Shinawatra, îro Înîyê wekî serokwezîra nû hilbijart. Partîya Yingluck Shinawatra, di hilbijartinên 3’yê Tîrmehê de serkeftineke mezin destve anîbû.

Civata jêrîn ya parlemanê bi 296 beramberî 3 dengan pişthirîya wê kir û 197 endamên din jî di dengdanê de amade nebûn.

Rêbera partîya Pheu Thai, Xanim Yingluck got, emê sozên xwe yên dema kempeynê bicîh bînin da ku hêjayî piştgirî û pêbawerîya gel bin. Wê got, emê alîkarîya cotkarên birincê bikin û nîsbeta mehaneyan jî zêde bikin.

Yingluck Shinawatra ya 44 salî li meha Hezîranê dest bi sîyasetê kirîbû. Ew xweha serokwezîrê berê Thaksin Shinawatra ye ku li sala 2006’an bi darbeyeke bê xwîn ji desthilatê hatibû dûr xistin.