Parlementera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amed’ê Semra Guzel ku parêzbendîya wê di meha Adar’ê de hatibû rakirin 2’ê vê mehê li Stenbolê hat desteserkirin do jî ew hat girtin.
Guzel piştî desteserkirinê û karên li Midûrîyeta Polîsan a Stenbolê jibo îfade dayînê bo dadgehê hat şandin. Û dema ew dihat şandin dimenên wê hatin parvekirin ku destên wê li paşve hatibû kelemçe kirin û polîsekê jî porê wê dikişand.
Guzel ku bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) li Dadgeha Stenbolê da Serdozgerîya Komarê ya Enqere ya ku lêpirsîn derbarê Guzel de dabû destpêkirin. Guzel bi tawana “Endamtîya rêxistinê terorê” biryara hat girtin.
Bi biryara girtina Guzel Cîgirê Berdevkê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, parlementera HDP yê Stenbolê Zuheyla Gulum hin rêvebirên vê partîyê û parêzer li ber derîyê dadgehê daxuyanîyek da.
Parlementera HDP Semra Guzel
Oluç, li ser tundîya polîsan û biryara girtinê ya dijî Guzel dîyar kir ku wan bi Guzel re hevdîtin pêk anî û Guzel’ê destnîşan kir ku ‘Xwestin ku ez sere bitewînim, lê min netewand.’
Parlementer Oluç di berdewamîya axaftina xwe de anî ziman û got ku ew di vê bêhiqûqîyê de li benda vê biryarê bûn.
“Dîsa jî çiqas balkêş e, ne wisa? Çend saet berê çapemenîya alîyê desthîlatê ragihand ku parlementera me Guzel hatiye girtin. Me berîya demek kin biryar bihîst. Gav bi gav senaryo tê pêkanîn. Senarîst ê mezin Suleyman Soylu ye. Ewê çi bikin? Dema Guzel dianîn dadgehê xwestine stûyê wê xwar bikin. Polîsan jî bi darê zorê porê Guzel kişandine da ku ew serî bitewîne. Lê Guzel serî netewand û ev dîmen neda wan.” Wî got.
Hêjayî gotinê ye ku Guzel di hilbijartinên 24’ê Hezîran’a 2018’an de wek parlamentera HDP’ê ya Amed’ê hatibû hilbijartin.
Your browser doesn’t support HTML5
Raporta Stenbolê 04 09 2022