Parlementerekê Mesîhî Pesna Herêmê Dide ji bo Alîkarî Kirina Mesîhiyên Îraqê

Wêneyên qurbaniyên hêrişeka li dijî Mesîhiyên Îraqê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Esîr Abdul Ahed endamê parlemanê Herêma Kurdistana Îraqê, dibêje ku hêrişên li dijî Mesîhiyan, plank e ji bo nehêlana Mesîhiyan li naverast û başûra Îraqê.

Parlamenterê Mesîhî her wiha pesna hikûmet û Serokê Herêma Kurdistana Îraqê dide ji bo pêşwazî kirin û parastina Mesîhiyên beşên din yê Îraqê.

Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi parlamenter Esîr Abdul Ahed re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin û rexê rastê vê perê kilik bike.