Hikûmeta Brîtanyayê sopaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê wekî rêxistineke terorîst bi nav kir û ew qedexe kir.
Hikûmeta Brîtanî roja Duşemê qedexe danî ser Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC), li gorî desthilatên nû yên qanûnî ev biryar hat standin.
Li gorî desthilata yasayî ya Brîtanyayê ev gav piştî rêzeêrîşên dijî civaka Cihûyan li welêt hat avêtin.
Hikûmeta Londonê, pejirandina Projeyasaya Ewlekarîya Niştimanî ya li ser gefên Serwerîyê, bilez kir, soza ku Serokwezîr dabû bicîh anî, piştî ku eşkere bû ku yasayên dijî terorê yên heyî çalakî û komên ku rasterast ji hêla dewletan ve têne piştgirîkirin nagirin nav xwe.
Li gorî vê biryarê, li Brîtanya daxwaza piştgirîyê ji bo Pasdarên Îranê, nîşandana piştgirîyê ji bo wê, alîkarîya wê di pêkanîna çalakîyan de, dayîna her alîkarîyek madî, an qebûlkirin, an parastina her feydeyên madî yên ku ji hêla IRGC ve, an partîyên ku li ser navê wê tevdigerin ve têne pêşkêşkirin, dibe sûcek.