Îsraîl: Heft Fermandarên Bilind ên 'Sopayê Quds'ê li Libnanê Hatine Kuştin

Berpirsê Îsraîlî roja Yekşemê piştrast kir ku heft fermandarên bilind ên Sopayê Qudsê di êrîşên li Lubnanê de hatine kuştin.

Her wiha berpirs ji Fox News'ê re piştrast dike ku ji koma 20 frokeyên veguhastinê yên taybet bi spayê Qusê 17 ji wan li Libnanê hatine wêrankirin.

Feyleqa Qudsê yekîneyeke hêzên taybet a Sopayê Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) ye, ku pisporî û karê wan operasyonên leşkerî û îstîxbaratê ne li derveyî sînorên Îranê.

Feyleqa Qudsê wekî baskê operasyonên derve yên Pasdarên Şoreşa Îranê tê naskirin, ku piştgirî dide grûpên çekdar yên bi piştgîrya Îranê ku ew grûp li gelek welatan hene, di nav de Hizbullah li Libnanê, Hamas û Cîhada Îslamî ya Filistînî, Hûsiyên li Yemenê û hin grûpên Heşda Şe'ibî li Îraq û grûpên din.