Fermandarên YNK Û PDK li Kerkûkê Hevdu Tawanbar Dikin

Fermandar Nuri Heme Elî(PDK) û Westa Resûl(YNK)

Fermandarê eniya 4. ya Pêşmergên Herêma Kurdistanê li Kerkûkê û endamê serokatiya Yekîtîya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Westa Resûl, di hevpeyvînek taybet de got ku pirsgirêkên cidî li Kerkûkê berdewam dikin.

"Bi armanca çareseriya pirsgirêkên Kerkûkê, şandeke YNK'ê bo danûstendinan li ser rewşa bajêr û paketeke taybet ya derbarê parastina Kerkûkê ji aliyê hêzeke hevbeş ya Îraqê û pêşmergan de çûye Bexda."

Resûl got ku pêkhateyên Kerkûkê pêşniyar dikin ku sê lîwayên leşkerî ku nûnertiya her sê pêkhateyên li Kerkûkê dikin werin ava kirin.

"YNK parastina Kerkûkê bi mafê xwe dizane û hebûna YNK li Kerkûkê 100 û PDK sifir e. Hêza YNK'ê ya çareseriya Kerkûkê ew e ji aliyê îdarî û ewlekarî de bi hevparî were rêvebirin û armanca YNK pratîkirina paketa îdara hevbeş ya derbarê Kerkûkê ye."

Roja Çarşemê jî Nurî Heme Elî, berpirsê eniya rojava ya hêzên pêşmerge li Kerkûkê di hevpeyvînek taybet de, rexne li siyaseta YNK'ê ya li hember Kerkûkê kiribûn.

Wî dabû zanîn ku YNK'ê bi piştevaniya partî û parlamenterên Îraqî Dr. Berhem Salih kir serokomar, yên ku dixwestin Hewlêr û Herêma Kurdistanê jinav bibin".

"Jibo destnîşan irina parêzgarekî nû bo Kerkûkê, YNK dixwaze hevkariyê bi hêzên Ereb û Tirkmen re bike ku şermezariya 16 Oktoberê veşêre û bigihîje xelata xwe dema Kerkûk bi cih hişt. Jiber wan bajarokê Doz hat wêrankirin û şewitandin û xelk mecbûrî koçberiyê hat kirin û heta girtina Pirdê hêzên Îraqî destek kirîbûn, her wek çawa xelata xwe ji Bexda girt dema Berhem Salih weke serokomarê Îraqê hat wezîfedar kirin."

Fermandar Westa Resûl fermandarê eniya 4. ya Hêzên Pêşmerge li kerkuk

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn li gel Fermandar Westa Resûl

Fermandar Nurî Heme Elî fermandarê Hêzên Pêşmerge li rojavayê Kerkuk

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn li gel Fermandar Nurî Heme Elî