PDKI: Ji Dema Destpêkirina Şer ve, Îranê 88 Êrîş Dijî Kampên Me Kirine

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKI) ragihand ku ji dema ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî rejîma Îranê destpê kirine, “Terorîstên Hêzên Pasdaran" 88 êrîşên bi mûşek û dronan li ser kampên wan ên li Herêma Kurdistanê pêk anîne.

PDKI îro Şemîyê di daxuyaniyekê de got: “Van êrîşan bi mebest binesazîya sivîl, di nav de pirtûkxane, nexweşxane, navendên bijîşkî û xanîyên li kampên me yên nêzîkî Koye û Hewlêrê, û herwiha çeperên Pêşmerge li çiyayên Kurdistanê kirine armanc."

Rêkxistina CPT (Civaka Aştîyê), ku rêxistineke nehikûmî ya Amerîkî ye û ji bo kêmkirina tundûtîjîyê û belgekirina binpêkirinên mafên mirovan li deverên krîzê dixebite, di 1'ê Nîsanê de got ku ji destpêka şer ve nêzîkî 500 êrîşên bi mûşek û dronan ji alîyê rejîma Îranê û komên wê yên çekdar yên li Îraqê ve li ser bajarên Herêma Kurdistanê pêk hatine.

Rêkxistin dibêje ku di êrîşan de 14 kes hatine kuştin û 93 kesên din jî birîndar bûne.

Roja Şemîyê jî tora medeyaya Rûdawê ragihand ku ji destpêka şer ve 638 êrîşên bi mûşek û dronan dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin.