Nivîskarên Kurd, Tirk û Cîhanî Dixwazin Rewşa Şer Veguhêzin Aştiyê

afîşa Konferansa PENa Kurd li Diyarbekir

PEN Kurd li bajarê Diyarbekir (Amedê) weke hatî plankirin roja Yekşê 24 Nîsanê Konferensa aştiyê bi beşdarbûna PEN a Tirk û yên Cîhanî lidar dixe.

Saziya Nivîskar û Ronakbîrî PENa kurd ku, beşeke ji PENa Navnetewî, biryar girtiye di nava şer de, konferenasek aştiyê encam bide, di vê Konferansê de dê gelek Nivîska, Lêkolînvan û Ronakbîrên kurd û biyanî beşdar bibin.PEN kurd berî Konferans bê destpêkirin daxuyaniyek weşand û di beşeke daxuyaniyê de dibêje "Li welatekî şer hebe, tiştê herî pêşî divê bê kirin, hewildanên bidestxistina aşitiyeke bi rûmet e.

Şexmûs Sefer

PENa Navneteweyî û hemû saziyên di bin banê PENê de rêxistinkirî wek berpirsiyariyeke xwe ya sereke pêşxistina çanda aştiyê dibînin.

Nivîskar û rewşenbîrên vê cîhanê jî ji ber erka xwe ya wicdanî her dem avê li wî agirê mezin dibe, dikin û di nava netewan de dibine pirên aşitiyê.

Bêguman niha aştî, herî kêm, wekî şer didome, zehmet e. Lewma her cure kar û xebatên ji bo vekirina riya aştiyê û pêkanîna wê zehmettir e. Lê belê dîsa jî berî her kesî nivîskar û rewşenbîrên cîhanê ne, yên ku dikarin riya diyalog û danûstandinên aştiyê vekin, bibine çira ji bo hem gelan hem jî ji bo hemû aliyên şer".

Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel serokê PEN a Kurd birêz Şêxmûs Sefer encam da, wî armanc û hewildanên PENa kurd û heza wan ya aştiyê ji guhdarên pişka Kurdî ya Dengê Amerîkar re vegotin.

Temamiya hevpeyvînê di fayla deng de heye, guhdarî bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn li gel Şêxmûs Sefer Serokê PENa Kurd