NY: Ji 5,000,000 Zêdetir Sûrî Welatê Xwe Terkandiye

Penaberekî Sûrî li kampên li Yunanistanê

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku ji destpêka şerê Sûrîyê ve, ji 5 mîlyon zêdetir Sûrî, ji neçarî welatên xwe terk kirine.

Ev hejmara ku Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) dide, tenê penaberên ku qeydên wan li Tirkiye, Urdun, Lubnan, Îraq û Misirê hene ne.

Nifûsa Sûrîyê di sala 2011’an de 22 mîlyon bû. Li gor hejmara ku UNCHR dide, ji her çar Sûrî yekî welatê xwe terk kiriye.

Di nav hejmara ku UNCHR daye de, 900.000 Sûrî yên ku jibo penaberîyê serî li welatên Ewrupî dane û nehatine pejirandin, û yên ku li Tirkîye û Urdunê bêqeyd dijîn, tune ne.

UNCHR dide zanîn ku 6.3 mîlyon Sûrî jî di nav Sûrîyê de warên xwe guherandin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne ku di şerê Sûrîyê de, heta niha 96 hezar ji wan sîvîl 321 hezar kes hatine kuştin.

Herî kêm 145 hezar Sûrî jî wenda ne.