Pênc Kes bi Çekên Bêdeng li Bexda Hatin Kuştin

Li gor polîsên Îraqê, li du êrîşan roja Yekşemê pênc kes bi çekên bêdeng li paytextê hatin kuştin.

Ajansa Associated Press radigihîne ku çekdaran li devera Ûr ya piranî Şîe êrîşa karwanekê polîsan kir. Du polîs hatin kuştin û polîsek birîndar bû.

Her li paytextê, çekdaran êrîşa parkeka rojhilata Bexdayê kir ûsê parêzvan kuştin.