Pence û Abadî Ser Rojeva Îraqê Axifîn

Cîgirê Serokê Amerika Mike Pence û Serokwezîrê Îraqî Heyder Abadî bi rêka telefonê axifîn.

Her du rêber ser berevanîya Xiristîyan û pêkhateyên din yên olî yên li Îraq û li Rojhilata Navîn, ku rêvebirîya Trump girîngîyê dide wan, axifîn.

Pence û Abadî derbarê maytekirina Îranê li karên navxweyî yên Îraqê û hilbijartinên meha Gulanê jî danûstandin kirin.

Rêberan dîyar kir ku bo adilbûna hilbijartinê, divê kesên ku jiber têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji warên xwe çûne jî beşdarî hilbijartinê bibin.

Pence, Abadî bo serkeftina dijî DAIŞ'ê pîroz kir û da zanîn ku divê hevkarîya hêzên Îraqî, Amerîkî û hevalbendên koalîsyonê bidome.

Pence ser jinûve vebûna firîngehên Herêma Kurdistana Îraqê û dayîna hin mûçeyên wê herêmê jî razîbûna xwe got.

Her du rêberan dîyar kir ku ewê di navbera Amerîka û Îraqê de peywendîyên aborî xurttir bikin.