Berdevkê Pentgonê Jeff Davis îro Sêşemê ji rojnamevanan re got ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) nahêlin ku sîvîl ji Mûsilê derkevin û wan wek mertalên zindî bi kar tînin.
Davis got, ew bi piştrastî dizanin ku DAIŞ sîvîlan li Mûsilê bê daxwaza wan dîl digire û wan wek mertala zindî dixebitîne.
Wî bal kişand ku tevî destpêbûna operasyona rizgarkirina Mûsilê, heta niha wan liveke berbiçav ya derketin yan jî revîna sîvîlan ji bajêr nedîtine.