Wezareta Cengê ligel 7 Kompanîyên Hişberîya Çêkirî Peymanan Îmze Dike

Wezareta Cengê ya Amerîkayê îro Înê ragihand ku wan ligel heft kompanîyan mezin ên hişberîya çêkirî (AI) peymanên nû îmze kirine.

Armanca vê gavê ew e ku leşkerîya Amerîkayê amûrên hişberîya çêkirî di karên xwe yên veşartî û nepenî de bikar bîne.

Wezaretê got ku "ev rêkeftin leşkerîya Amerîkî pêş ve dibin û AI dikin bingeha şer. Bi vê yekê, leşkerên Amerîkayê dê di şer de hîn zîrektir bin û zûtir biryarên serkeftî bidin."

Di vê rêkeftinê de heft kompanîyên herî mezin ên AI hene: SpaceX, OpenAI, Google, Nvidia, Reflection, Microsoft û Amazon.

Wezareta Cengê dibêje ku di çarçoveya vê peymanê de, ew dikarin bernameyên AI di karên asta şeş û heft de bikar bînin. Ev ast, karên herî girîng û herî nepenî yên arteşa Amerîkayê ne.