Amerîka Hejmara Leşkerên Xwe li Almanyayê Kêm Dike

Wêne ji arşîvê ye.

Wezareta Cengê ya Amerîkayê ragihand ku ew plan dike 5,000 leşkerên xwe ji Almanyayê vekişîne, di demekê de ku di navbera Serok Donald Trump û Rawêjkarê Alman Friedrich Mertz de li ser şerê Îranê nêrînên cuda hene.

Pentagon roja Înê ragihand ku vekişandin dê di nav şeş heta 12 mehên bê de were bicîhanîn.

Berdevkê Pentagonê Sean Parnell di daxuyanîyekê de got: "Ev biryar tê piştî nirxandineke berfireh a rewşa hêzên Wezaretê li Ewrupayê tê û li gor merc û pêdivîyên li ser erdê."

Nêzîkî 35,000 leşkerên Amerîkî li Almanyayê hene, ku ev jî hejmara herî zêde li Ewrupayê ye.

Hemdem, Serok Trump roja Înê bacên gumrikê li ser otomobîlên ji Ewupayê bi rêjeya 25% zêde kir.