Pentagon şandina çekên ku di destpêkê de ji bo Ukraynayê hatibûn amadekirin, bo Rojhilata Navîn dinirxîne.
Rojnameya Washington Post roja Pêncşemê li ser zarê sê çavkanîyan ragihand ku operasyonên leşkerî li Îranê bûne sedema kêmbûna hin çekên girîng li cem artêşa Amerîkayê.
Ev nirxandin di demekê de tên ku operasyonên Amerîkayê li Rojhilata Navîn zêde bûne.
Brad Cooper, fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), roja Çarşemê got ku Amerîkayê li zêdetirî 10,000 armancên rejîma Îranê dane.
Berdevkê Pentagonê jiWashington Post re got, "Wezareta Cengê hewl dide ku hêzên Amerîkî, hevalbend û hevkarên me tiştê ku ji bo şer hewce ne bistînin."
Pentagon, Wezareta Derve û NATO'yê demûdest bersiva daxwazên Reuters ên ji bo şîroveyan nedan.