NYT: Pentagonê Ser Vekişîna Leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê Plan Hazir Kir

Rojnameya New York Times îdia kir ku temamê leşkerên Amerîka dê heta pênc salan ji Afganistanê derkevin.

Li gor nûçeya New York Timesê Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) bo şerê ku 18 sal in didome bi dawî bibe planek hazir kir û dibe ku bi Talîbanê re peymaneke agirbestê were çêkirin.

Di ser planê re, hejmara leşkerên Amerîka yên li Afganistanê, ku 14000 e, dê heta çend mehan heta 7000î dakeve.

New York Tiimes dîyar dike ku Washington zorê dide hikûmeta Afgan ku bi Talîbanê re peymaneke aştîyê çêke û bi vê hewil dide ku desthilata Afganistanê di navbera Kabul û Talîbanê de parve bike.