Pentagon: Em li Sûrîyê Artêşeke Nû Ava Nakin

.

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ewê li Sûrîyê ti artêşeke nû ava nekin.

Pentagonê da zanîn ku Amerîka li Sûrîyê perwerdeya hêzên ewlekarîyê yên herêmî didomîne.

‘’Perwerde bo ewlekarîya penaberên vedigerin warên xwe zêde bibe didomin. Ew perwerde bo ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) jinûve li wan deran bi cîh nebe pêwist e. Ew ne artêşeke nû ye yan hêza sînor ya konvansîyonel e.’’

Pentagonê bi bîr xist ku têkoşîna dijî DAIŞ’ê hîn bi dawî nebûye û perwerdeya ew didin hêzên herêmî jî piştevanîya peyvajoya ya Cenevre ya bi pêşengîya Neteweyên Yekbûyî (NY) dike.

Wezareta Berevanî ya Amerîka da zanîn ku bi operasyonên ku koalîsyonê piştgirîya wan kiriye, DAIŞ careke din axa ji dest çûyî nestandîye û ew dixwazin vê serkeftinê bidomînin.

Pentagonê dîyar kir ku hêzên herêmî dê berevanîya gelê herêmê bikin û bi vî awayî dê rê li ber êrîşên DAIŞ’ê yên dijî Amerîka û hevalbendên wê jî bigirin.