Pentagon Budçeya Ser Dîwarê Meksîko Dipejirîne

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) budçeya ser avakirina dîwarê li sînorê Meksîko pejirand.

Serok Donald Trump bi ragihandina rewşa awarte re budçeya Pentagonê 1 mîlyar dolar xwestibû.

Patrick Shanahan, ku bi awayekî demkî wezîrîya Pentagonê dike, dîyar kir ku pere dê li sînorê Meksîko bo barîyer, çêkirina rê û çirayan were karanîn.

Demokratan dîyar kiribû ku rewşeke wisa dijî qanûna bingehîn e û bertek nîşan dabûn.

Meha borî 16 eyalatan, ku di nav wan de California û New York jî hebû, dabûn zanîn ku jiber ku Trump bo veqetandina budçeyê rewşa awarte ragihandiye, wan dijî wî doz vekiriye.