Pentagon: Êrîşa Leşkerî Wek Bersîvdana Êrîşa Kîmyayî Hate Kirin û Rûsya jî Berê de Hate Agahdar Kirin

Bingeha Esmanî ya Şayrat

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîka Jeff Davis bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di demjimêr 4:40'ê sibeha Înê de, leşkerîya Amerîka êrîşên leşkerî li dijî firîngeha Şayrat ya Humsê pêk anîn.

Davîs da zanîn ku êrîş wek bersîvdana êrîşa kîmyayî ya 4'ê Nîsanê, ku bi dehan zarok, jin û mêrên Sûrî tê de hatibûn kuştin û birîndar kirin, hate encamdan.

Êrîş bi muşekên Tomahawk ku ji gemîyên USS Porter û USS Ross yên li rojhilata Derya Sipî hatin avêtin, pêk hatin.

“Wek her dem, Amerîka hemî tedbîrên pêdivî stand ku zîyana ku bikare bigiheje personelên firîngehê di asta herî nizim de be. Hêzên Rûsî li Sûrîyê jî berî êrîşê, bi rêka xeta taybet ya ragihandinê, hatin agahdar kirin.”

Your browser doesn’t support HTML5

Dîmena Pentgonê ya Êrîşa Hember Sûrîyê