Berdevkê Pentagonê: Em li Sûrîyê Hêza Îstiqrarê Ava Dikin

Berdevkê Pentagonê Eric Pahon dîyar kir ku hêza ku dê li Sûrîyê ava bikin ne artêş yan hêza sînor e, lê ‘’hêza îstiqrarê’’ ye.

Pahon ji nûçegihanê Dengê Amerîka re ser hêza bi 30 hezar kes ya bi pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û bertekên Tirkîyê axifî.

‘’Tirkîye yek jî girîngtirîn hevalbendê Amerîka ye û fikarên Tirkîyê yên ser ewlekarîyê dibîne. Em bi hevalbendê xwe yê NATO re bi awayekî perîyodîk danûstandinan dikin’’ Pahon got.

Pahon dîyar kir ku ew mijar bi awayekî çewt hatiye fehm kirin û ya Amerîka dixwaze ne artêş e lê hêza îstiqrarê ye.

Berdevkê Pentagonê da zanîn ku ew naxwazin ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) careke din li herêmên Sûrîyê mezin bibe û jibo têkbirina wê rêxistinê jî ewê piştgirîya û perwerdeya bo hêzên herêmî bidomînin.

Ser pirseke derbarê Efrînê jî Pahon got ku ew li herêmê girjîyê naxwazin û bang li hemî alîyan dikin ku têkoşîna dijî DAIŞ’ê xurttir bikin.