Pentagon: Ukrayna Dikare Dijî Rûsya bi Ser Keve

Berdevikê Pentagonê John Kirby

Pentagonê ragihand ku Ukrayna dikare di şerê dijî Rûsya de bi ser keve.

Berdevikê Pentagonê John Kirby got li gor karbidestên Amerîkî rîska şerê demdirêj heye jî Ukrayna dikare Rûsya têk bibe.

‘’Bêguman ew (Ukraynî) dikarin bi ser kevin.’’ Kirby di preskonferansekê de got.

Kirby dîyar kir ku encamên ew heta niha dibînin delîlên serketina Ukrayna ne.

Şerê Ukrayna û Rûsya di 24’ê Sibatê de destpê kir.

Ji wê royê rojê vir ve, Amerîka û welatên Rojava hewil didin bi toleyan zextê li ser aborîya Rûsya çêkin.