Êrîşên ser Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge Dom Dikin

Wezareta Pêşmerge

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îro Çarşemê ragihand ku "du baregehên yekîneyên Wezareta Pêşmerge li parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê rastî êrîşên bi dronan hatin."

Daxuyanîya ku li ser Facebookê belav bû dibêje: "Mixabin di encamê de sê Pêşmergeyên qehreman birîndar bûn. Ev binpêkirina bêberpirsiyar di demekê de tê ku baregehên hêzên Pêşmerge berê çend caran hatine bombebarankirin."

Wezareta Pêşmerge dide zanîn ku "Me fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Îraqê û Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ji van binpêkirinan agahdar kirine."

Di beşekî daxuyanîyê de wezaret dibêje ku "Em van kiryarên terorîstî bi tundî şermezar dikin û bang li fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Îraqê dikin ku erkê xwe yê yasayî bicîh bîne û dawî li van tundûtûjîyên navmala welêt bîne.

Wezaretê bang li hikûmetaÎraqê kir ku gavên bilez bavêje da ku pêşî li dubarekirina van kiryarên komên çekdar ên neqanûnî bigire.

Ji destpêka operasyona 28'ê Sibatê ya Amerîka û Îsraîlê dijî rejîma Îranê, Herêma Kurdistanê rastî êrîşên mûşek û dronan ji alîyê Îran û komên çekdar ên ser bi wê ve tê.