Hêzên Pêşmerge yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Fermî Hatin Yekxistin

Merasîma yekkirina Pêşmergeyê Herêma Kurdistanê.

Herêma Kurdistana Îraqê roja Duşemê bi dawîbûna qonaxa sereke ya pêvajoya çend salan a yekkirina hêzên Pêşmerge ragihand.

Li gorî vê gavê, hêzên Pêşmerge dê di çarçoveyek yekane de û di bin fermandariya Wezareta Pêşmerge de bixebitin.

Di merasîma yekkirinê de Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û hejmarek fermandar û berpirsên siyasî û leşkerî beşdar bûn.

Nêçîrvan Barzanî got ku yekkirina hêzên Pêşmerge gaveke girîng e ber bi afirandina hêzek leşkerî ya neteweyî ve.

Wî got ku Herêma Kurdistanê hewceyê yek fermandarî, yek hêz û yek wezaretekê ye û got ku bi pêkanîna vê yekkirina nû, hêzên ku li derveyî çarçoveya Wezareta Pêşmerge dimînin, êdî cihê wan di fermîyeta hêzên Pêşmerge de nemîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bûyerê wekî "rojek dîrokî ji bo Pêşmerge û gelê Kurd" bi nav kir û got ku yekkirina hêzên Pêşmerge sozek sereke ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Wî tekez kir ku hêzên Pêşmerge niha di çarçoveyek yekane de dixebitin.

Peşmerge

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl dawiya pêvajoya yekbûnê ragihand û ew wekî encama îradeya siyasî û hevkariya di navbera saziyên cûda yên herêmê de bi nav kir.

Wî tekez kir ku divê rewşa nû ya yekbûnê rê li ber avakirina hêzek yekgirtî, profesyonel û neteweyî veke û got ku qonaxa din a reforman dê bêtir perwerde, dabînkirina amûran û xurtkirina şiyanên parastinê yên Pêşmergeyan di nav xwe de bigire.

Li gorî rewşa nû, yekîneyên 70 û 80, ku di salên berê de yên Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNK) û Partî Demokratî Kurdistan (PDK)ê bûn, dê di bin du fermandariyên leşkerî yên nû, Herêma 1 û Herêma 2, di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de bixebitin û êdî ne yên tu partiyekê ne.

Peşmerge

Cafer Şêx Mistefa, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, ev pêşketin wekî "rojek dîrokî" bi nav kir û got ku yekbûn ne dawiya reformê ye, lê destpêka qonaxek nû ye. Wî tekez kir ku ji niha û pê ve divê hemû hêzên Pêşmerge di bin fermandariya Wezareta Pêşmerge de bin û li gorî qanûn û rênimayên Wezareta Pêşmerge tevbigerin.

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî yekbûna hêzên Pêşmerge wekî xalek werçerxê di pêvajoya reforma ewlehiyê ya herêmê de nirxand. Wî destnîşan kir ku ev pêvajo di sala 2016an de dest pê kiriye, tekez kir ku veguhestina hêzan ji 70 û 80 yekîneyan bo Wezareta Pêşmerge.

Pêvajoya reform û yekbûna hêzên Pêşmerge ji deh salan zêdetir berdewam dike û hewldanên destpêkê yên yekbûna hêzan di salên 2010-2013an de dest pê kirin, lê nakokiyên siyasî û pêşketinên ewlehiyê, di nav de derketina DAIŞê di sala 2014an de û bûyerên Cotmeha 2017an, pêvajoya reformê asteng kirin. Di sala 2018an de, bi alîkariya hevpeymaniya navneteweyî, planek ji bo reformkirina avahiya Wezareta Pêşmerge hate pêşxistin û qonaxek nû ya pêkanînê di sala 2018an de dest pê kir.

Peşmerge

Amerîka û Hêzên Hevpeymanan gelek caran şîret dabûn beroirs û serokatîya Herêma Kurdistanê ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge, herweha Amerîkaî gelek alîkarîya madî, çek û rahênanên leşkerî dane hêzên Pêşmerge.