Petraeus û Karzaî Liser Pilanekê Rêknekeftin

Rojnama Waşinnton Post radigehînit ku kombûna qomandarê leşkerê Amrîkî û NATO li Afganistan ê General David Petraeus digel serokê Afganî Hamîd Karzayî bi girjî bi dûmahî hat.

Rojname dibêjit yekem kombûna Petraeus digel birêz Karzayî bi girjî dawî hat piştî Serokê Afganî dijatîya xwe dûbare kirî li hember çekdar kirina gûndîyên Afganî di bernameyek berevanîya xwecihî de.

Hzên hevbendîya NATO dibêjin şeş Amrîkî hatin Kûştin di hêrîşên cûda cûda de li Afganistanê. Çar ji wan Amrîkiyan di şer û hêrîşên xirabkakran de û dûyên dî di teqînên ser rêka de hatin kuştin.