Pevçûnên Nijadî de 1 Kes li Kabulê Hate Kuştin

Karbidestên Afganî dibêjin, di pevçûnên navbêra grubên nijadî yên paytaxt Kabulê de, yek kes hate kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûn.

Dîdevan dibêjin, pevçûn roja Înîyê li taxa Kotasangî ya paytaxtê qewimî, dema grubeke gundîyên Hazara li ser kêşeya zevî û erdî şerî koçberên Peştun kir.

Hazara jimareke xanîyên herî yên Peştunan hilweşandin, berî ku polîs û leşkerên Afganî bigehejine cîyê bûyerê

Pitşî pevçûnan grubeke gundîyên Hazara xwepêşandaneke lidar xist û hêzên ewlehîyê jî teqe li ser wan kir.