Peyvdarê Serok Obama Karê Xwe dê Hêlit

Peyvdarê Serya Spî Rabert Gibbs

Peyvdarê serokê Amerîka Barack Obama dibêjit, ew dê karê xwe hêlit, ku ev jî yêke ji wan gohorînêt vê dûmahîyê ku rêveberî dê bînit, li demê ku digel Kongrisa nû ya dabeş kirî kar diket.

Peyvdarê serokî, Rabert Gibbs li serê meha du, dê karê xwe hêlit. Cêgirê wî hêşta ne hatiye ragehandin.

Biryare ku serok Obama karmendên xwe bi gohorit, li demê ku xwe amade diket bo bizava dubare helbijartinê li sala 2012. Şîretvanê siyasî yê mezin David Axelrod dê vegerêtev Chicago, Illinois da rêberya wê bizavê biket. Torên dengûbasên Amerîkî dibêjin, rêzdar Obama li bere ku William Daley berbijar biket da bibîte serokê karmendê Seraya Spî. Daley li hikûmeta serok Bill Clinton wezîrê bazerganiyê bu. Ew biryê şaredarê Chicago Richard Daley ye.

Rezdar Obama herweha li hîvîyê ye cêgirê Larry Summers serokê civata wî ya şîretvanên aborî ragehînit.