Pfizer Dibêje Pandemî Dikare Heya 2024an Dirêj Bibe

Vaksnîna Pfizer

Kompanîya dermanan Pfizer pêşbînî dike ku ewê pandemîya COVID-19 heya sala 2024'an bidome.

Pfizerê dîyar kir ku vaksîna wan ya doza bi asta kêm bo zarokên 2-4-salî dijî COVID-19 bersîva parastinê ya lawaztir daye.

Berpirsê Zanistî yê Pfizer Mikael Dolsten di afaxtineke bi veberhêneran re de da zanîn ku kompanî plan dike li hin herêman sala were xebatên xwe yên asta duyê yên vaksîna COVID-19, bidomînin.

Kompanî pêşbînî dike ku pandemîya COVID-19 ya bi sedema vîrusa korona heya sala 2024'an li seran serê cîhanê dê bibe wek nexweşîyeke heremî.

Mikael Dolsten wiha got:

" Dem û şewaza derketina cureyên nû yên vîrusê girêdayê guhertina nexweşîyê û hevdem girêdayê asta karanîna xwe vaksînkirin û dermankirina civakê ye û her wiha belavkirina wekhev yên li heremên ku rêjeyên vaksînlêdanê kêm in".

Wî bi berdewamî destnîşan kir ku derketina cûreyên nû jî dikare bandorê bike ka pandemî dê çawa berdewam bike.