Piştî Xwepêşandanê, Rewşa Helebce Tenah ye

Piştî Xwepêşandanê, Rewşa Helebce Tenah ye

Letîf Nêrweyî peyamnêrê Dengê Amerîka li Silêmanî li demjimêr 8:15 piştî nîvro ya Çarşembî bi demê Silêmanî raporteka rastexwe pêşkêş kir sebaret bi xwenîşandanên Helebce û destûdarî bi giştî. Nêrweyî dibêjit, li dîv gotina jêderên saxlemiyê li Helebce jiber tundûtûjiyên xwenîşandanan roja Çarşembî yêk kes hate kuştin û çar kesên dî birîndar bûn. Du ji wan brîndaran polîs in û du sivîl in.

Li gorî hindek malperan, polîsek hatibû kuştin bi gulla hêzên polîsan, lê Goran Edhem şehrdarê qeza Helebce ew gotin red kirin û ragehand ku ev e neheqî ye beramberî wî polîsê hatiye kuştin. Edhem dibêje, çend kesên bi debance ku di nav xwenîşanderan de bûn wêneyên wan hatîne girtin demê teqe kirî û got komîteyek bo vekolînê li ser wê bûyerê hatiye danan. Noke destûdarê Helebce tenah ye.

Li bajêrê Silemanî, Berhem Salih serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel nûnerên mamosta û xwendekaran kom bû da ji nêzîk ve guhdarî daxwazên wan bibit. Kombûn bo çend demjimêran berdewam bû û li destpêkê razî nedbûn ku kenalên televizyonê kombûnê raport bikin. Lê paşî we diyar bû ku kombûnê encamên dilxweşker hebûn û Dr. Berhem ragihand ewên xwenîşandanan dikin xelkê vî bajêrî ne û mafê hey xwenîşadanan bikin û pêdivî ye rêka wan bihête dan xwenîşadanan bikin û guhê xwe bidin daxwazên wan. Heval Ebu Bekir mamostayê zanîngeha Silêmanî sebaret encamên kombûnê dilxweşya xwe diyar kir.

Jibo guhdarî kirina raporta peyamnêrê Dengê Amerîka li Silêmanî, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî li ser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.