Reuters: PKK Red Dike ku Rola Wê di Êrîşa Stenbolê de Heye

Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro Duşemê red kir ku ti peywendîya wê bi êrîşa kujer ya Stenbolê heye ku sivîlan kiribû armanc.

"Em bi ti awayî sivîlan nakin armanc,” PKK ji malpera xwe îdiaya Tirkîyê red kir ku gotibû PKK û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Kurdên Sûrîyê ji peqîna Stenbolê berpirs in ku 6 kes tê de hatibûn kuştin.