Tirkiye: 8 Leşker û 6 Şervanên PKK Hatin Kuştin û Helîkopterek Ket Xwar

Bingeha Leşkerê Tirk li Çelê - Hekariya

Artêşa Tirk roja Înê di daxuyaniyekê de ragihand ku, di şerekî de li herêma ku piraniya wan kurdin li başûrê rojhilatê welat şerek di navbera arteşa tirk û şervanên PKKê de derketiye, di encama van pevçûnan de 8 leşkerên tirk û 6 şervanên PKKê hatine kuştin û helîkopterek ketiya xwar.

Daxuyaniya artêşa tirk dide zanin , dema li herêma hekariya ya ser sînorê di navbera tirkiyê û Îraqê de şer derketiye, destpêkê 6 leşker di şer de hatine kutin û 8 jî birîndar bûne, dema firoka helîkopter dixwast firînên xwe li herêma şer pêk bîne ketiye xwar, herdu pîlotên helîkopterê jî, jiyana xwe jidest dan.

Weke di daxuyaniya artêşa tirk de hatî, helîkopter ji sedema şaşiyek teknîkî ketiya xwar.

Lê ajansa Firat News (ANF) ya nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) li gur daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku, weke baskê leşkerî yê PKK ê tê naskirin gotiye, şervanên wan helîkoptera artêşa tirk xistiye xwar.

Herweha di daxuyaniya HPGê de weha hatiye "Roja 13'ê Gulanê saet di 04:30 de, li hemberî artêşa Tirk, li qada Aşûtê ya navçeya Colemêrg-Çelê helîkoptereke bi tîpa Kobra ji aliyê hêzên me ev hat xistin", weke Firatnews li gur daxuyanîya PKKê dibêje.

Wek tê zanîn di van du rojan de li bajarê Diyarbekir (Amed) herweha li nêzîk bingeheke leşkerî li bajarê Stenbul peqîn bi riya Trombêlên bombekirî pêkhat bûn, tirkiye hertim PKK bi encamdanan êrîşên weha tawanbar dike.