Serhildayên Kurd 8 Girtîyên Tirk Serbest Dikin

Serhildayên Kurd 8 leşker û karbidestên Tirk, wek beşekê ji prosesa aştîyê ligel hikûmeta Tirkîyê, azad kirin.

Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) 6 leşker, 1 polîs û 1 karbidstekî xwecihî teslîmî şandeyeke Tirk kir.

Rêberê PKK’ê yê zindankirî PKK leader Abdullah Ocalan banga serbestkirina girtîyên Tirk kiribû.

Birêz Ocalan û hikûmeta Tirkîyê ji sla çûyî vir ve di nav danûstandinan da ku şerê 28 salan biqedînin ku otonomîya Kurdî ji xwe re dike armanc.

Di şer û pevçûnên berdewam de heta niha dora 40.000 kes jîyana xwe hinda kirin.

Nûçegîhanê me yê li Duhokê Selam Balayî raporteke taybet li ser vê nûçeyê şandîye.

Kerem kin guhdarîya vê raortê bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta_Selam Balayî