Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) berî demeke kin, bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku tîmên wî yên taybet 2 polîsên Tirk li bajarê Serêkanîyê (Ceylanpinar) kuştin.
Di daxuyanîyê de, ku ji alîyê Ajansa Firat hate weşandin, tê gotin ku her du polîs jiber hevkarîya wan ya ligel DAIŞê hatin ceza kirin.
Daxuyanî herwiha dide zanîn ku ew kuştnkarî wek kiryara tolhildanê ya hember êrîşa xwekujî ya li Sirucê hate kirin, ku 32 kes tê de hatibûn kuştin.
Hêjayî gotinê ye, ew du polîs vê sibe li malên xwe yên li Serêkanîyê ya cîrana Sirûcê, mirî haibûn dîtin.