Wezîrê Berevanîyê yê Polonyayê Wladyslaw Kosiniak-Kamysz roja Duşemê got ku Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê piştrast kiriye ku piştî rawestandina demkî ya pêvajoyê, ew ê di nav çend hefteyan de veguhestina serbazên xwe yên li Polonyayê ji nû ve dest pê bike.
Amerîka niha hejmara serbazên xwe yên li Ewropayê dinirxîne, û dibêje ku divê welatên Ewropî berpirsiyariyeke mezintir hilgirin ser milê xwe û ji bo parastina xwe bêhtir pereyan bidin.
Washington di Gulanê de ragihand ku ew veguhestina serbazên Amerîkî bo Polonya ya hevalbenda NATO'ê, radiwestîne. Lê çend rojan şûnda, Serok Donald Trump got ku Amerîka dê 5,000 serbazên din bişîne wî welatê ku sînorên wî bi Ukraynayê û her wiha bi Belarûsê, hevalbenda nêzîk a Rûsyayê re hene.
Kosiniak-Kamysz di merasîmekê de li kargeheke mûşekan got, "Polonya hevalbendeke dilsoz a Amerîkayê ye, û ez hîn bêtir kêfxweş bûm ku min bihîst ku veguhestin, ku çend hefte berê hatibû rawestandin, vedigere û dê di hefteyên pêş de were temam kirin."
Veguhestina serbazên endamên NATO’yê tevgereke sîstematîk e di navbera welatên endam de ku helwesteke hêzê ya amadebaşîyê li seranserê axa Hevpeymanîyê nîşan dide. Ew piştrast dike ku NATO dikare zû bersivê bide krîzan û di heman demê de barê bicihkirinê di navbera welatên endam de, belav dike.