Polîsên Îsrael Du Erebên Êsrarelî Girtîne

Polîsên Îsrael Du Erebên Êsrarelî Girtîne

Polîsên Israelê di bêjin wan du Erebên Israrelî girtîne yêk ji wan Melaye, bi gumana piştevanîya rêkxistîyên tirorîst.

Polisa belavnameyeka kurt li ser girtina wan belavkir, lê ragehandina Israelî ew kesên girtî dane nasîn bi, Şêx Nazim Ebo Salim û Muhemed Zohadî Naarînî.

Herdo akincîyên bajêrê Nasire ne û raport di bêjin Abo Salim bizav dikir ko nivêjkerên mizgefta xwe rişt biket da bigehne al-Qaida.

Ew mela bi aşkirayî dijî Israelê û Emrika axiftîye û we tête nasîn ko nerazîbona xwe dyar kirbo dijî seredana Papay bo Nasire li sala 2009.