Pompeo: Piştberdana Me a Hevalbendên Me yên Kurd Dê Karesatek Exlaqî û Stratejî Be

Avahîya wezareta derve ya Amerîkayê

Wezîr Derve yê berê yê Amerîka Mike Pompeo li ser platforma X’ê di peyamek de behsa rewşa kurdên Rojava kir û got, “piştberdana me ya hevalbendên me yên kurd dê bibe karesatek exlaqî û stratejîk.”

Pompeo di daxuyanîya xwe denîşan bi payemeke Senatorê Komarî Lindsey Graham da ku di platforma X’ê de di çend rojên borî de, hejmarek peyam ji bo piştevanîya kurdan ragihandibûn.

Graham doh jî gotibû: "Di Senatoya Amerîkayê de ji alîyê herdu partîyan ve giringîpêdaneke zêde û xurt derbarê têkçûna rewşê li Sûrîyê heye, lihevkirinek giştî heye ku divê piştgîrîya kurdên ku ligel me, ji bo jinavbirina xîlafeta Daişê û gelek grûpên din rawestiyane were kirin."

Di heman çarçovê de doh êvarî Senatora Amerîkî Jeanne Shaheen, li ser navê Komîta Têkilîyên derve ya senatorên Amerîkî di platforma X’ê de peyamek weşand û got “Ez bangek lezgîn li hikûmeta Sûrî û HSD’ê dikim, ku girjîyan rawestînin û pêgiriyê bi agirbestê bikin."

"Em ji nêz ve binpêkirinan dişopînin. Divê aramî hebe ji bo ku girtiyên Daiş’ê ewle bin. Divê danûstandinên entegrasyonê dom bikin da ku hemî Sûrî bikaribin di ewlehî û azadîyê de bijîn” Shaheen got.