Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi rêka telefonê axifîn.
Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Pompeo û Çavuşoglu re ser toleyên CAATSA peyivîye.
Li gor daxuyanîya wezaretê, Pompeo ji Çavuşoglu re gotiye ku jiber ku Tirkîyê ji Rûsya muşekên S-400 sitandine dijî teknolojîya leşkerî ya Amerîka û karmendên wê metirsî çêkirine.
Pompeo di axaftina xwe de daye zanîn ku Amerîka bi toleyan armanc kiriye ku rê li ber Rûsya bigire ku ‘’dahat, ragihandin û hêzeke bi bandor bi dest nexe’’ û ew naxwazin zararê bidin Tirkîye yan hevalbendên din.
Wî bang li Tirkîyê kiriye ku ew kêşeya S-400’an di ser danûstandinên bi salan e didomin re çareser bikin û li gor berpirsîyên NATO tevbigerin.
Çavuşoglu do Pêncşemê gotibû ku Tirkîye wê ji kirîna sîstema S-400 ya berevanîyê paşde venegere û ewê pêdaçûnê bikin ku bersîvdana toleyên Amerîkî bidin.