Pompeo: Girêdaneke Rasterast di Navbera Prens Salman û Kuştina Xaşiqcî Tuneye

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis îro Çarşemê derketin pêş senatorên Amerîkî û li ser bûyerên girîng agahî dan wan.

Pompeo got ku li gor pêzanînên îstixbaratî ku wî dîtine, girêdaneke rasterast di navbera Prensê Cîgir yê Saudî Mihemed bîn Salman û kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî tuneye.

Mattis jî dîyar kir ku Erebistana Saudî di aramî û îstiqrara Rojhilata Navîn de roleke girîng dilîze.

Wî got mafê Amerîka ye ku cezakirina berpirsên kuştina Xaşiqcî bixwaze, lê divê rola giorîng ya Saudîyan jî neyê bîr kirin.