Pope Huşdariyê li dor Pilanên “Nedadmend” ên Aştiya Rojhilata Navîn Dide

Papaya Vatîkanê Pope Francis huşdarî da li dijî çareseriyên “nedadmend” ên bidawîanîna şerê di navbera Îsraîlê û Filestîniya de.

Di axaftineke xwe ya îro Yekşemê di çarçoweya serdana xwe ya bajarê Barî yê Îtalî de, Francis xemên xwe der birîn li dor gelek cihên şer û nakokiyan, di nav de jî Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê.

Francis behsa çi pêşniyarên destnîşankirî nekir, lê got çareseriyên nedadmend wê nakokiya di navbera Îsraîlê û Filestîniyan de rastî kirîzên din bikin.

Tê zanîn ku pilana Amerîka ya aştiyê di navbera Îsraîlê û Filestîniyan de, maf dide Îsraîlê ku herêma Newala Urdunê tevlî xwe bike, li beramber desthilateke Filestînî li hin navçeyên sînordar.

Filestîniyan nerazîbûna xwe ji vê pilanê derbirî û Amerîka bi alîgiriya Îsraîlê tawanbar kir.