Serokê kenîseya Quptîyên Misirê hewla tenakirina dest û darî didet û daxwazê ji hikûmetê diket heta karekî biket hember gazindên ferq û cûdahî ya li dijî Kiristîyana, li demekî ku rojê sîyê ye xwenîşander şerî digel polîsan dikin piştî teqîna bombekî di dêrekê de li roja serê salê kû 21 kes kuştin.
Rêberê olî yê mezintirîn civaka Mesîhîyan li Rojhelat Navîn Papa Şenûde roja Dûşem gote televizyona Misirê, divêt hikûmeta Serok Hûsnî Mûbarek qanûnên li gora gotina wî "ne rewa" sererrast biket, bi taybet ewên aloziyan li pêş azadiya olî dadinên.
Papa Şenûde ji piştevanên xwe xwest ku aram bin û hûşdarî da ku renge tûndrêyên siyasî nerazîbûnên wan bikar bînin bo peyrew kirina ecendeyeka dijî hikûmetê.