Walîyê Porto Rîko Karvekişîna Xwe Ragihand

Walîyê Porto Rîko Ricardo Rossello piştî protestoyan karvekişîna xwe ragihand.

Rossello da zanîn ku ewê di 2’ê Tebaxê de ji kar vekişe.

Rossello ji alîyê gel ve bi bertîl, perexwarin û dijminîya jinan dihat tawanbar dikin.

Xwepêşandanerên dijî Rossello ser karvekişîna wî daketin sûkan.

Li ber e ku Wezîrê Dadê Wanda Vazques bibe walîyê nû yê Porto Rîko.