Koşka Sipî Peyama Newrozê Belav Dike

Koşka Sipî

Kokşa Sipî peyameke serokatîyê derbarê cejna Newrozê belav kir, tê de bi navê Serok Donald Trump pîrozbahî bo hemû Amerîkayên ku Newrozê pîroz dikin hatin şandin.

"Li vê dema ku em erkê xwe yê pîroz li Rojhilata Navîn didomînin, ez lavayan dikim ku ev Newroz sedemên aştî û rûmeta mirovî li her devereke Amerîka û seranserê cîhanê belav bike, bi hêvîya ku sala bê tijî pîrozbahî be," peyama serokatîyê got.

Peyama Koşka Sipî got ku Newroz sembola serkeftina ronahî li dijî tarîtîyê ye. Peyamê herwiha got ku cejna kevnar derfet e ji bo nûjenî û destpêkên nû.