Îro Roja Cîhanî ya Azadîya Ragihandinê Ye

Roja 3’yê Gulanê li cîhanê wek Roja Azadîya Ragihandinê tê pîroz kirin.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di Berfanbara 1993’an de biryar da ku wê rojê wek Roja Azadîya Ragihandinê bipejirîne.

Di vê rojê de li seranser cîhanê programên taybet yên wek panel, semîner, workşop tên darxistin û girîngî ji azadîya medya re tê balkişandin.

Rêxistinên berevanîya medyayê Bl dikşînin ku di salên dawî de rewşa azadîya ragihandinê ber bi xirabtirbûnê ve diçe û astengîyên pêş rojnamevanan zêde dibin.

Rêxistina Rojnamevanan Bê Sînor (RSF) bi bîr tîne ku di endeksa wê de Norweç, Îrlanda û Danîmarka di rêzên pêşîn de ne û 3 dewletên rêza herî dawî jî Koreya Bakur, Çîn û Vîetnam in.

RSF dîyar dike ku li Tirkîyê rewşa azadêya ragihandinê xirabtir bûye û di endeksa azadîya medyayê de ji nav 180 dewletan 16 rêzan paşve çûye û ketiye rêza 165’an.