Di hevpeyvîneka taybet de ligel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Daniel Serwer li Sentera Têkelîyên Transatlantic ya Zanîngeha Johns Hopkins dibêje, kuştina rêberê El Qayde Usame Bin Ladin serkeftineka mezin e, lê belê mirina Bin Ladin nabe sedema nemana El Qayde û dibe ku ew komela teroristî ji bo tolhildanê hêrişan bike.
Prof. Serwer her wiha got, divê Pakistanî bersiva pirsiyarên giran bidin li ser îhtîmala vehewandin û veşartina Bin Ladinî.
Rêberê El Qayde Usame Bin Ladin li operasyoneka hêza taybeta Amerîkî ‘Navy SEAL’ roja Yekşembî li Pakistanê hat kuştin.
Birêz Serwer her wiha profîsor e li Zanîngeha George Washington û Zanîngeha Gerogetown li Washington, D.C.
Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi Prof. Serwer re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike.