Puigdemont Dibêje Ew ji Hilbijartinên Pêşwext re Amade ye

Carles Puigdemont

Serokê berê yê Katalonya Carles Puigdemont îro got ku ew amade ye di hilbijartinên pêşwext de cîh bigire, ku li ber e 21'ê Berfanbarê de werin kirin.

“Ez hazir im ku bibim berbijar. Mirov li ku derê pêkan e ku kempeyna xwe bimeşîne,” Puigdemont ji televîzyona dewleta Belçîkî, RTBF re got.

Puigdemont da zanîn ku ew xwe wek hikûmeteke rewa dibînin

“Divê bi berdewamî ji cîhanê re were gotin ku li Îspanya çi diqewime. Bi hikûmeteke li zindanê, hilbijartin dê bêalî, serbixwe û normal nabin,” wî got.

Puigdemont, piştî ku hikûmeta wî ji hêla Îspanya ve hate pûç kirin, çûbû Belçîka.