Letîf Nêrweyî: Hewlêr DAIŞ Radestî Bexdayê Bike Bi Navê Hikumeta Herêmê Ye, Lê Eger Silêmanî Bike, Wê Bêjin Yekêtîye?

Letîf Nêrweyî: Çima jibo mijarên mezin Hewlêr û Silêmanî rû dikin Bexdayê û li dadgehên wê sikalan tomardikin û me bawerî bi wan ne be di dadgehkirina tîroristan de?

Desthilatdarên ewlehiyê yên Yekêtî Niştimanî Kurdistan PUK li Kerkûkê 176 girtiyên di şeran de u li cem Yekêtî zîndan kirî, radestî karbidestên hikumeta navendiya Îraqê kirin. Ev pêngav biye cihê rexneyê, lê endamekê encumenê serkirdayetiya PUK dibêje, lihevguhertina tawanbaran di nêbera Herêma Kurdistanê û hikumeta navendiya Îraqê de yasayî u asayîye.

Letîf Nêrweyî gote VOA-Dengê Amerîka, radestkirina tîroristên DAIŞ li gora yasayên Îraqê ye jibo kû li deverên wa tawan lê encamdayîn, bên dadgehkirin. Ew asayîye çinkû eve ne cara yekê ye. Li Hewlêrê destpêşxwerî hatibû kiirn piştî refirendomê. Heta niha wan 1900 tometbarên bi karên tîroristî û peywendiya bi DAISH ve, radestî hikumeta nevendîya Bexdayê kirine.

Birêz Nêrweyî pisyar dike, ji ber çî dema li Hewlêrê DAIŞ radestî Bexdayê bên kirin bi navê hikumeta herêmê ye, lê eger dezgehên ewlehiyên wê hikumeta herêmê li Silêmaniyê bikin, dê bêjin, Yekêtî kiriye? Hinek caran milmilana hizbî dibit egerê kû rastî bi zelalî ne gehin, belkû şêlîbûnek peyda bibe.

Sebaret pisyarekê ka eger wan hizir kiriye hikumeta nû ya serokwezîr Mustefa Kazimî ew pêngav jibo destkeftek siyasî bikarbîna, birêz Nêweyî got, “bi nêrîna min ew şaştiyek wesa nake. Her ji demê al-Qaide heta DAIŞê, Îraqê xwînriştin bi destê wan tîroristan dîtiye. Bi dehan hezar tîrorist di zîndanên Îraqê dene û divê bên dadgeh kirin û li goreyî tawanên xwe bên cizakirin.

Sebaret baweriyê bi dadgehên Îraqê, endanmê encumenê serkirdayetiya PUK got, çima jibo mijarên din yên mezin Hewlêr û Silêmanî rû dikin Bexdayê û li dadgehên wê sikalan tomardikin û me bawerî bi wan ne be di dadgehkirina tîroristan de?

Your browser doesn’t support HTML5

Letif Nerwayi