YNK û PDK'ê li Silêmanîyê Kom Bûn

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro Şemîyê li bajarê Silêmanîyê kom bûn bi mebesta gotûbêjkirina krîza ligel Bexdayê.

Civîn bi daxuyanîyeke hevbeş ji alîyê herdu partîyan ve bi dawî bû ku tê de herdu partîyan tekez kir ewê bi yek helwestê beşdarî civîna Sêşemê ligel karbidestên Îraqî li Bexdayê bibin.

Civîna îro li baregeha polîtburoya YNK'ê li Silêmanîyê pêk hat. Di kombûnê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî ji alîyê PDK'ê ve û Serokê YNK'ê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî ji alîyê YNK'ê ve beşdar bûn.

Ev yekemîn kombûna alîyên serekî yên Herêma Kurdistanê bû ji dema ku hikûmeta Îraqê Çarşemê biryara kontrolkirina zevîyên petrolê û derîyên sînorî yên li jêr destê hêzên Kurdî ve ragihand.

Li gorî daxuyanîya hevbeş, civîn ji bo nîqaşkirina pêşketinên siyasî û aborî û têkilîyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatibû veqetandin. Her du alîyan li hev kir ku bi helwest û gotûbêjek hevbeş beşdarî civîna li Bexdayê bibin da ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêzin.

Civîna Sêşemê li Bexdayê di çarçoveya "diyaloga niştimanî" de bi beşdarîya serokatîyên Îraqê û hin serokên payebilind ên Çarçoveya Hemahengîyê, Kurd û Sunnî, were lidarxistin da ku pirsgirêkên asê gotûbêj bikin û lihevkirineke berfireh pêk bînin.