Serkirdeyekî YNK'ê Dibêje Partîya Wan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê Vedikişe

Endamekî serkirdayetîya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku partîya wan di bersiva civîna duh Çarşemê a parlemana Herêma Kurdistanê de biryar daye ku ji hikûmetê vekişin.

Berpirsê YNK'ê, ku naxwaze navê wî were eşkerekirin, got: "Em pênasînê bi vê rewşa awarte ya ku YNK'ê tê de hatiye paşguhkirin nakin, ji ber vê yekê me biryar da ku ji hikûmetê vekişin."

Ev biryar di civîna encumena serkirdayetîya YNKê de bi serokatîya Bafel Celal Talabanî li baregeha Buroya Siyasî li Silêmaniyê hat dayîn.

Berpirsê YNK'ê ji Dengê Amerîka re got: "Me biryara dawî bi piranîya dengan daye serokê partîyê."

Li gorî medyaya nêzîkî YNK'ê, tê çaverêkirin ku Talabanî îro Pêncşemê helwesta fermî ya partîya xwe di peyameke vîdyoyî de ragihîne.

Medyaya YNK'ê ragihand ku Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî di civînê de amade bû.

"Civîn ne civîneke asayî ye û wekî civînek biryardar li ser asta herêmê, Îraq û heta navneteweyî tê hejmartin," medyaya YNK'ê ragihand.