Serokê Rûsya Vladimir Putin got ewê nakokiya li rojhilatê Okranya gotûbêj bike eger li gel serkirdeyê nû yê wî welatî kom bibe.
Putin û serokê hilbijartî yê Okranya Volodymyr Zelenskiy hîn ti dem ji bo kombûnê destnîşan nekirine.
Di axaftina xwe de Putin îro Şemiyê li Çînê got ew dixwaze helwesta Zelenskiy ya li dor vê nakokiyê têbigihe.
Wî got xelkê Okranya êdî ji vê rewşê westiyane.
Putin her wiha got rêveberiya wî hizra dayîna nasnameya Rûsî bo hemî xelkê Okranya dike, ne tenê yên li rojhilatê Okranya.
Roja 24ê meha Nîsanê, Putin proseya dayîna nasnameya Rûsî bo herêmên Donetsk û Luhansk sist kir û ev yek bû cihê rexneyan ji aliyê Yekîtiya Ewrupî, Amerîka, Brîtanya û hin welatên din ve.