Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê qanûnek îmza kir ku êrêkirina xwe ya Peymana Berfireh ya Ceribandina Navokî ya Navneteweyî betal dike.
Putin dibêje ku gava vekişîna Rûsya ji peymanê wê Moskowê bi Washingtonê re di warê wê peymanê de bîne heman astê.
Rûsya dibêje ku betalkirina êrêkirina peymanê wê helwesta Moskowê ya parvekirina agahdarîya ser kiryarên we yên navokî neguherîne.
Moskow herwiha dîyar dike ku ger Washington dest bi ceribandinên navokî neke, ewê jî jinûve dest bi ceribandinan neke.
Amerîka heman peyman di 1996’an de îmza kiribû, lê ti carî di asta seroktîyê de erê nekiribû. Loma Putin gotibû ku ewê jî êrêkirina xwe pûç bike da ku Moskow heman helwesta Washingtonê nîşan bide.
Hin pisporên kontrolkirina çekan yên Rojavayî xembar in ku Rûsya di nav şerê Ukrayna de bo tirsandinê, dest bi ceribandinên navokî bike.
Hin pisporên ewlekarî û qanûndanerên Rûsî bang li Putin dikin ku wek hişyarîyek ji Rojava fermana ceribandinên navokî bide.
Pisporên Rojavayî bi fîkar in ku Moskow dikare gaveke wiha bavêje û serdemeke nû ya ceribandinên navokî yên hêzên mezin destpê bike.
Rûsyayê piştî belavbûna Sovyetê ti carî ceribandineke navokî nekiriye.
Yekîtîya Sovyetê herî dawî di 1990’an de û Amerîka jî di 1992’an de ceribandinên navokî kiribûn.
Jêder: Reuters