Putin, Piştî Êrîşa Kazanê, Soza 'Hilweşandinê' Li Ukraynayê Dide

Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Yekşemê soz da ku ewê li Ukratna zêdetir " wêrankirinê " bike, wek tolhildana êrîşa dronî li bajarê Kazan yê li navenda welatî wî.

Rûsya Ukrayna bi êrîşeke dronî ya "mezin" tawanbar dike, ku roja Şemîyê avahîyek li Kazan ku hezar kîlometre dûrî sînor e, armanc kir.

Vîdyoyên li ser torên media civakî yên Rûsî nîşan didin ku dron li avahiyeke pir bilind ya bi cam dixin û guleyên agir pêdixin, tevî ku di encama lêdanê de ti ziyanên canî çênebûne.

Putin roja Yekşemê di civîneke revebirîya xwe de wiha got:

"Kî dibe bila bibe û ew çiqas hewl bidin tune bikin, ewê rûbirûyê pirtir wêrankirinê bimînin û ji tiştê ku hewl didin li welatê me bikin poşman bibin."

Putin di gotarek vidyoyî de bi endamên revebirîya xwe re ev daxuyanî da, ku di merasîma vekirina rêyekê de, xîtabî serokê herêmî yê Tatarstanê dikir, herêma ku Kazan lê ye.

Êrîşa li Kazanê ya herî dawî bû di rêze êrîşên esmanî yên zêdebûyî de dijî Rûsya.

Ukraynayê di derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedaye, ne qebûl ne jî red kiriye.

Putin berê jî gef xwaribû ku wek bersivdayîna êrîşên Ukrayna yên li ser axa Rûsya, wê bi mûşekên balîstîk yên hîpersonîk li Kievê bixe.

Di van hefteyên dawî de, wezareta berevanîyê ya Rûsya dijî navendên enerjîyê yên Ukraynayê gelek êrîş ragihand, ku wek tolhildana ji Kievê ya bi karanîna mûşekên welatên Rojavayî jibo lêdana bingehên esmanî û kargehên çekan yên Rûsî, pênase kir.

Ji alîyê din ve, wezareta berevanîyê ya Rûsyayê roja Yekşemê ragihand ku hêzên Rûsî 2 gundên, Lozova û Krasnoye, li rojhilatê Ukraynayê "rizgar kirine".

Wezaretê herwiha got di şevekê de li ser pênc herêmên Rûsyayê, 42 êrîş êrîşên dronî yên Ukraynayê hatine têk birin.

"20 dron li herêma Oryolê hatin xistin, her yek 8 dron li herêmên Rostov û Bryansk, 5 li herêma Kursk û yek jî li ser Krasnodar Krai hatin rûxandin, " wezaretê di postekê de li ser Telegramê got.

Walîyê Oryolê Andrey Klychkov got ku êrîşek li navendek binesaziya sotemeniyê ya li gundê Stalnoi Kon şewat derket.

Çavkanî: AFP